PDK û YNKê li hev kir: YNK besdarî civîna parlamenê dibe
PeyamaKurd - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) îro 3yê Nîsanê li ser pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê lihev kirin.
Beriya nihar YNKê derbarê pişkê xwe di kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kuridstanê de pêşkeşî PDKê kiribû ku li benda bersiva wê bû.
Jêderekî ji Polîtburoya YNKê medya Kurdistanê re ragihand ku bersiva PDKê ji aliyê YNKê ve hatiye qebûlkirin.
Herwiha piştî nûçeya lihevkirina PDK-YNKê hat ragihandin ku parlamentarên YNKê jî beşdarî civîna îro ya Parlamentoya Kurdistanê dibin ku li ser yasaya posta seroktiyê dicive.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin