PDKê ji bo sirîkatiya hikûmetê 3 sert danî ber partiyên Kurdistanê
Peyamakurd - Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku di hilbijartinan de partiya yekem derketiye, hewlên ji bo şirîkatiya hikûmeta Kurdistanê berdewam dike.
Li gor daxuyaniyên berpirsên PDKê partiyên Kurdistanê bi çend şertan dikarin beşdarî hikûmetê bibin û bi PDKê re şirîkatiyê bikin.
Ji bo beşdariya hikûmetê ji partiyên siyasî yên Kurdistanê hatiye xwestin, her partiya ku bû şirîka hikûmetê divê heta dawiya heyama qanûnî ya hikûmetê di nav hikûmetê de bimîne, partiya bibe şîrîkê hikûmetê nabe him şirîkê hikûmetê be him jî neyartiya hikûmetê bike, partiyên ku dibin şirîkên hikûmetê divê rexneyên xwe bi fermî û bi rêya wezîrên xwe li hikûmetê bikin.
PDK herwiha dixwaze Goran jî tê de partiyên siyasî yên Kurdistanê beşdariya hikûmetê bikin, lê şertê ku soz û mercên hatine diyarkirin qebûl bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin