PDKê pîrozbahî li YNKê kir: Divê ji bo yekrêziyê hewlên cidî bên dayîn

31 May 2020 16:30 0 dîtin
PDKê pîrozbahî li YNKê kir: Divê ji bo yekrêziyê hewlên cidî bên dayîn

PeyamaKurd - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 45emîn salvegera Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) pîroz kir û got, ji ber rewşa niha ya Kurdistanê divê hewlên cidî ji bo bihêzkirina yekrêzî û yekdengiya aliyên siyasî û parastina destkeftan bên dayîn.

Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi boneya 45emîn salvegera damezrandina YNKê, peyamek ji YNKê re şand û tê de pîrozbahî li Serkirdayetî, Civata Bilind a Siyasî û Berjewendiyên Yekîtî û tevahiya kadir, endam û alîgirên wê kir û hêviya serkeftinê ji bo YNKê xwest.

PDKê di peyama xwe de wiha got:

“Di demekê de ku vê salvegerê bibîr tînin, Kurdistan ji rewşek ne li bar derbas dibe û navçe li pêşiya guhertinên lezgîn e, ku ev yek jî dixwaze, tevahiya hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê, bi seknek berpirsiyariyê, erkê niştîmanî û netewî bicih bikin û di çarçoveya berjewendiyên bilind ên gel û welat de kêmasiyê nekin.

Hewlên cidî jî werin dayîn, ji bo zêdetir bihêzkirina yekrêzî û yekdengiya hêz û aliyên siyasî,  parastina destkeftan, bihêzkirina ezmûn û doza rewa ya gelê Kurdistanê û bidestxistina armancan, dabînkirina  aramî û jiyanek xweş ji bo welatiyan.”