Rayedarên YNKê, pîrozbahî li rayedarên PDKê kir
PeyamaKurd- Rayedarên Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), bi rêya peyamekê pîrozbahî li Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir.
Di peyama ku ji aiyê Polîtburoya YNKê ve hat dayîn de hat gotin ku
“Bi navê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), em pîrozbahiya serkeftina 14emîn Kongreya partiya we û hilbijartina serkirdatiya nû ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dikin. Em hêvîdar in ku rasparde û biryarên kongreyê, di berjewendiya serxistina ezmûna gelê me de be û yekrêzî û hikumraniyeke baştir û hêjayî welatiyên Kurdistanê be.”
Kongreya 14emîn a PDKê, di 3yê Mijdarê de li Duhokê hatibû rêvebirin û di 6ê Mijdarê de bi dawî bûbû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin