PDKyê, Roja Alaya Kurdistanê pîroz kir

16 December 2024 15:21 0 dîtin
PDKyê, Roja Alaya Kurdistanê pîroz kir

PeyamaKurd – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), bi boneya Roja Alaya Kurdistanê, 17ê Berfanbarê peyameke pîrozbahiyê belav kir. 

Di peyamê de ya li ser hesabê Xê yê Partiyê hat belavkirin, hat destnîşankirin ku “Alaya Kurdistanê, sembola jiyana hevbeş e.” 

Peyama Partiya Demokrat a Kurdistanê ya pîrozbahiya Roja Alaya Kurdistanê bi vî awayî ye:

“Roja Alaya Kurdistanê li gelê Kurdistanê pîroz be. Alaya Kurdistanê sembola yekîtî û têkoşîna me ya aştî, azadî û jiyana hevbeş e.” 

Hêjayî gotinê ye ku 19ê Hezîrana 2009an, Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi biryarekê ragihandibû her roja 17ê Berfanbarê, wekî Roja Alaya Kurdistanê bê pîrozkirin ku diyarî bû ji bo 17ê Berfanbara 1945an, roja ku Alaya Rengîn li Şaredariya Mehabadê ya Komara Kurdistanê hatibû libakirin.