Pempeo û Barzanî derbarê êrîsa Îranê de peywendiyeke telefonî encam dan

08 January 2020 11:26 0 dîtin
Pempeo û Barzanî derbarê êrîsa Îranê de peywendiyeke telefonî encam dan

PeyamaKurd - Piştî êrîşa moşekî ya Îranê bo ser binkeyên leşkerî yên Amerîkayê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peywendiyeke telefonî encam dan û rewşa herî dawî gotûbêj kirin.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê, Morgan Ortagus ragihand,  Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peywendiyele telefonî encam dane.

Di peywendiyeke telefonî dederbarê Pompeo û Barzanî li ser êrîşên Îranê yên bo ser hêzên Amerîkayê û Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê û Iraqê axivîn.

Morgan Ortagus diyar kir, Pompeo û Mesrûr Barzanî behsa zanyariyên dawî yên derheqê êrîşa moşekî ya Îranê kirine û herwiha li hev kirin ku derbarê pêşhatên herî dawî de di peywendiyeke nêzîk de bin.


Îranê binkeyên Amerîkayê yên li Iraqê armanc kirin

Koşka Spî êrişa Îranê piştrast kir: Trump ji nêz ve mijarê dişopîne