Pentagon: “Di demeke kin de dewriyên hevpar wê dest pê bikin!
PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Parastinê yê Amerîkayê (Pentagon) Serbaz Sean Robertson got ku di demeke nêzîk de li Minbicê dewriyên Tirkiye û Amerîkayê yên hevpar wê dest pê bikin.
Ev demeke dirêj e ku mijara Minbicê di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de dibe sebeba pirsgirêkan. Tirkiye dixwaze ku YPG ji herêmê derkeve û Amerîka jî di vê mijarê de tiştekî zelal nabêje.
Herî dawî Berdevkê Wezareta Parastinê yê Amerîkayê (Pentagon) Serbaz Sean Robertson di derbarê mijarê de axivî û got ku ji bo dewriyên hevpar pêvajoya perwerdehiyê bi dawî bû. Di demeke nêzîk de dewriyên hevpar wê dest pê bikin. Hêzên her du aliyan cihên xwe digirin.
Ji bo destpêkirina dewriyan dîrokeke eşkere nehate diyarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin