Amerîka: Bi Tirkiyê re dewriyên hevpar wê dest pê bikin!
PeyamaKurd- Fermandarê koalîsyona li dijî IŞÎDê ya di bin serokatiya Amerîkayê de Felîx Gedney got ku wextê ku perwerdeyên lazim hatin tememkirin, em dikarin dewriyên Amerîka û Tirkiyê yên hevpar bidin destpkêkirin.
Felîx Gedney bi telekonferansê beşdarî civîna çapemeniyê ya li Pentagonê bû û li ser rewşa dawî nêrînên xwe parve kirin.
Gedney got ku pêvajo weke ku hatiye plankirin, dimeşe. Hêzên Tirkiyê li ser tixûbê Minbicê dewriyên xwe didomînin, dewriye serkeftî ne.
Gedney wiha berdewam kir: “Ji bo dewriyên hevpar jî perwerdehî wê di nêz de dest pê bikin. Wextê ku em amade bûn, em ê dewriyên hevpar jî bidin destpêkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin