Pentagon: Eger Ûkrayna operasyona Kirimê bike wê Amerîka destekê bidê
PeyamaKurd – Cîgira berdevkê wezareta bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagonê) Sabrina Singh li ser daxwuyaniya wezîrê bergiriyê yê Ûkraynayê Oleksiy Reznikov ku gotibû ‘wê bi sîlihên ku Amerîka dide wan, operasyonê bikin ser Kirimê’, got ku Kirim axa Ûkraynayê ye û Amerîka demekî dirêje heman ramana xwe diparêze. Singh weha got:
“Kîjan alav û sîlihan bikarbîne bila bîne, em ji bo axa xwe paşde bistîne, destekê bidin Ûkraynayê. Me di serî de jî vêya her digot. Dewleta Ûkraynayê wê operasyonên xwe çawa bimeşîne, di wê babetê de me ti zorê dananiye ser Ûkraynayê û biryar ya Ûkraynaye.
Kirim perçeyekî ji Ûkrayna ye. Me di serî de jî got. Eger biryara operasyona Kirimê bidin, wê ew bi xwe bidin. Kirim ji sala 2014an ve hatiye îşxal kirin û perçeyekî Ûkraynayê ye. Mafê wan heye ku bi paşde bistînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin