Pentagon: Me ji bo êrîskirina ser HSDê fikarên xwe gihand Tirkiyeyê

28 February 2023 20:48 0 dîtin
Pentagon: Me ji bo êrîskirina ser HSDê fikarên xwe gihand Tirkiyeyê

PeyamaKurd - Alîkara Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Dana Stroll, li ser êrîşên artêşa Tirkiyeyê bi ser Rojavayê Kurdistanê  ragihand ku ew bi berdewamî fikarên xwe yên derbarê egera êrîşeke li ser HSDê ji Tirkiyê re radigihînin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, berpirsa Pentagonê Dana Stroll gotiye, nêzîkî 900 leşkerên wan li Sûriyê hene û parastina ewlehiya wan karekî sereke yê rêveberiya Serok Biden e.

Dana Stroll diyar kir ku ew di wê baweriyê de ye ku êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakurê Sûriyeyê wê bala HSDê ya li ser têkoşîna dijî DAIŞê û şopandina kamp û girtîgehan ji holê rake.