PENTAGONê naveroka civîna Mesrûr Barzanî û Sasha Baker askere kir

01 March 2024 13:09 0 dîtin
PENTAGONê naveroka civîna Mesrûr Barzanî û Sasha Baker askere kir
PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Parastine (PENTAGON) ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Kolonel David Herndon naveroka civîna Cîgira Wezîrê Parastinê Sasha Baker û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî belav kir.

Kolonel David Herndon da zanîn ku Cîgira Wezîrê Parastinê Sasha Baker di civîna bi Mesrûr Barzanî re de ji ber êrişa li dijî baregeha DYA ya li Urdunê ku 3 leşkerên Amerîkî canê xwe ji dest dabûn şermezar kiribû, spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye û gefên rejîma Îranê û komên çekdar ên girêdayî wê yên li dijî Herêma Kurdistanê şermezar kiriye.

Berdevk Herndon diyar kir ku Sasha Baker teqezî li wê yekê kiriye ku DYA ji bo ewlehî û aramiya Iraqeke serwer, li ser hevpeymaniya xwe ya bi gelê Iraq û Herêma Kurdistanê re pabend e.

Herndon ragihand ku Her du alî li ser pêngavên gring ên vê dawiyê yên wek reşnivîsknameya 2022yan a di derbarê hêzên Pêşmerge ya di navbera DYA û Herêma Kurdistanê de gotûbêj kirine û bi taybetî li ser yekîtiya Kurdan ku xaleke gring û armanca hevpar a Herêma Kurdistanê û DYAyê ye rawestiyane.

Berdevk anî ziman ku Cîgira Wezîrê Parastinê Sasha Baker di civînê de ji ber rola wê ya gring a têkbirina rêxistina terorê ya DAIŞê, pesnê hêzên Pêşmerge daye û teqezî li domandina tekoşîna li dijî DAIŞê kiriye.

Kolonel David Herndon diyar kir ku Sasha Baker, ji ber beşdariya berpirsên Hêzên Pêşmerge ya danûstandinên alîkariyên hevpar ên ewlehiyê yên di 2023yan de li Washingtonê birêve çûn û her wiha ji ber nûnertiya Hêzên Pêşmerge ya di civînên Komîsyona Bilind a Serbazî ya DYA û Iraqê de ku li Bexdayê didomin spasî û rêzdariya xwe pêşkêş kiriye.