Pentagon: Qasim Suleymanî bi fermana Trump hat kustin

03 January 2020 11:21 0 dîtin
Pentagon: Qasim Suleymanî bi fermana Trump hat kustin

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de kuştina Fermandarê Supaya Quds a Supaya pasdaran a Îranê piştrast kir û ragihand: “Bi fermana Serokê Amerîkayê Donald Trump, artêşa Amerîkayê êrîşeke yekalîker encam da, ji bo parastina amerîkiyên li derveyî welat, bi kuştina Fermandarê Supaya Quds Qasim Sulêymanî ku kesek e pêştir wek terorîst hatiye ragihandin.”

Pentagon di daxuyaniya xwe de dibêje, “Qasim Suleymanî berpirs bûye di êrîşên ser binkeyên hevpeymanan li Iraqê di çend mehên bihorî de û di nava wan de êrîşa 27-12-2019. Herwiha Qasim Sulêymanî glopa kesek vêxistibû bo êrîşkirina ser balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê.”

Pentagon vê êrîşê wek rêgirtin ji êrîşên Îranê di demên bihê de bi nav dike û tekez Amerîka: Qasim Suleymanî hat kuştin bi fermana Trump hat kuştin “Amerîka amade ye hemû rêyan ji bo parastina xelk û berjewendiyên xwe di hemû cihekî cîhanê.”


Graham: Eger Îran berdewam be em ê sektora wê ya petrolê wêran bikin

Senatorê amerîkî yê Komariyan, Lindsey Grahamji ber kuştina Qasim Suleymanî spasiya Serokê Amerîkayê kir û di heman demê gef li Îranê xwarin û got: “Eger êrîşên Îranê berdewam bin û ez kesek bim li bîrên petrolê yên Îranê kar bikim, her niha min dê hizir ji karekî din kiriba.”

Lindsey Graham herwiha got: “Eger êrîşên Îranê bo ser Amerîkayê û hevpeymanên wê berdewam bin, divê berdelekî herî giran bidin, ku bîrên petrolê jî li xwe bigire.”

Graham gefê li Îranê xwar û dûbat kir: “Eger hûn dixwazin di sektora petrolê de bimînin, dest ji Amerîka û hevpeymanên wê berdin û dest ji wê yekê berdin ku hûn bibin mezintirîn piştevanê terorê li cîhanê.”