Li Dêrazorê milîsê herî nêzî Qasim Suleymanî hate kustin

05 February 2024 20:47 0 dîtin
Li Dêrazorê milîsê herî nêzî Qasim Suleymanî hate kustin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di êrîşa 3yê Sibatê ya balafirên Amerîka li nav erdên Sûriye û Iraqê de, li Dêrazorê jî hejmarek milîsên Îranê yên girêdayî Supaya Pasdaran hatine kuştin ku yek ji wan pir nêzî Qasim Suleymanî bûye.

Li gorî zanyariyên medyayî, di êrîşan de 4 pasdarên Îranê li parêzgeha Dêrezorê ya Sûriyê hatine kuştin ku girêdayî Koma Fatimiyûn bûne û navê wan jî Elî Husênî, Hemze Elewî, Elî Ekberî û Mihemedriza Sadat Elewî bûye.

Hate ragihandin ku yek ji wan çekdarên hatine kuştin Elî Husênî ye kesekî pir nêzî Fermandarê Supaya Qûds Qasim Silêmanî yê li Bexdayê ji aliyê Amerîkayê ve hatibû kuştin e.