Pêsengeha Pirtûkan a Qamislo bi besdariya 39 wesanxaneyan deriyên xwe vekir

21 July 2020 15:09 0 dîtin
Pêsengeha Pirtûkan a Qamislo bi besdariya 39 wesanxaneyan deriyên xwe vekir

PeyamaKurd Çaremîn Pêşengeha Pirtûkan a Qamişlo li Rojavayê Kurdistanê, bi diruşma "Bixwîne..xwe nas bike" deriyên xwe vekir.

Pêşêngeha Pirtûkan li hola Zana ya bajarê Qamişloyê hatiye danîn ku wê hejmarek çalakiyên çandî û hunerî jî tê de cî bigirin.

Di Pêşangeha ku bi piştgiriya Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser hatiye sazkirin de, 39 weşanxane û 11 hezar pirtûk, bi giştî 120 hezar kopî bi mijarên cuda, çandî, dîrokî, civakî, olî, siyasî, leşkerî, felsefî, roman, bi zimanên Erebî, Kurdî, Suryan, Tirkî û Îngilîzî têne pêşandan.

Komîteya Amadekar ragihandiye ku ji ber vîrusa Korona û rewşa ewlehiyê hin astengî li pêş lidarxistina pêşangehê çêbûne, lê dîsa pêşangeh di asta pêwîst e de hatiye sazkirin.

Pêşengeha Pirtûkan a 4emîn li bajarê Qamişlo, îsal ji ber koronayê û girtina sînoran bi rengekî cuda birêve diçe ku hemû tedbîrên parastinê bi belavkirina maskeyan, girtina pileya germahiya laş û tedbîrên din ên xweparastinê têne girtin.

Pêşangeh wê 6 rojan tevî hejmarek çalakiyên cuda berdewam bike ku li gorî amarên beşdaran û îsal hejmara pirtûk û weşanxaneyan zêdetir e.