Hewlêr | Bi besdariya 250 kompaniyên xwemalî û biyanî pêsengeha avahî û xaniyan hat vekirin
PeyamaKurd – Li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, bi armanca pêşandana projeyên xanî û veberhênanê îro 22yê Tebaxê pêşangeha xanî û avahiyan hate vekirin.
Pêşangeh dê 4 rojan berdewam bike û 250 kompanyayên veberhênanê û xaniyan ên li Kurdistan û Iraqê û herwiha ji 15 welatên derdorê û Ewropayê beşdarî kirin.
Serokê Desteya Veberhênan a Herêma Kurdistanê Dr. Mihemed Şukrî di vekirina pêşengehê de got: “Niha kabîneya nehem derfeta herî zêde yên veberhênanê çêkiriye û em jî hewl didin asta veberhênana biyanî bilindtir bikin heta niha ji sedî 20ê derbas nekiriye.”
Şukrî diyar kir, “Ligel wezaretên pêwendîdar em hewl didin ku kirêyên av, elektrîk û xizmetguzariyê li wargehên niştecihbûnê kêm bikin ji bo ku projeyên veberhênanê divê sektorê de rastî pirsgirêkan neyên.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin