Qamislo | 3. Pêsengeha Pirtûkan a Herekol: 40 wesanxane besdar in

21 July 2019 18:23 0 dîtin
Qamislo | 3. Pêsengeha Pirtûkan a Herekol: 40 wesanxane besdar in

PeyamaKurd - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê 3yemîn pêşangeha pirtûkan dest pê kir.

Di 3. Pêşengeha Herekol a Pirtûkan a Qamişloyê de, bi qasî 40 weşanxane, saziyên rewşenbîrî û nivîskaran bi pirtûk û berhemên xwe beşdariyê dikin û pêşengeh ji 20ê Tîrmehê heta 25ê Tîrmehê berdewam dike.

Komîteya Amadekar dide xuyakirin ku hejmara pirtûkên li pêşengehê gihîştiye bêhtirî 100 hezar pirtûkan û di her çapeke nû de jî hejmara weşanxaneyên beşdar zêdetir dibin.

Di pêşengeha îsal de ji Başûr û Bakurê Kurdistanê jî weşanxaneyên Kurdan beşdariyê dikin ku hat zanîn, bi lidarxistina pêşangehên pirtûkan di salên dawî de asta xwendinê û pêşveçûna çanda Kurdî di nava civakê de bilind bûye.

Weşanxaneyên Bakurê Kurdistanê jî beşdariya Pêşengeha Qamişloyê dikin:

 

Pêşengeha Pirtûkan a Herekolê ji aliyê Desteya Çandê ya Cezîrê ve tê sazkirin ku di bernameya şeş rojî de, ji bilî pêşandana pirtûkan, semîner û gotûbêjên çandî û hunerî tê de têne lidarxistin.