Pêsmergeyên Kurdistanê 6 sal berê wek îro li Pirdê destanek nivîsand...
PeyamaKurd – Pêşmergeyên Kurdistanê, 6 sal berê piştî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an li Kerkûkê, li dijî çekdarên milîsên Îranê yên Iraqê, berxwedaneke bêhempa kir û nehişt ew hêz ber bi Hewlêrê ve bipêş ve biçin.
Tevî bikaranîna her cûre çekên pêşketî jî Pêşmergeyên Kurdistanê, ew hêz bi hiştina sedan cenazeyan ve têk birin ku wek Destana Pirdê kete dîroka Kurdistanê.
Îro 20ê Cotmehê salvegera 6emîn a Destana Pirdê ye ku piştî êrîşa ser bajarê Kerkûkê ya 16ê Cotmeha 2017an a milîsên Heşdî Şeibî, bi alîkariya hêzeke navxweyî, ji bo bikevin Hewlêrê jî êrîşeke berfireh dabûn destpêkirin.
Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê wê rojê bersiva êrîşan dan û hemû êrîş têkşikandin. Di wî şerî de bi sedan çekdarên komên wan milîsan hatin kuştin û destana Pirdê bi xwîna 6 Pêşmergeyên şehîd û hejmarek birîndaran hat tomar kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin