Pevçûn li nêzî Qesra Spî: Gule li ser çekdarekî hat resandin

09 March 2025 18:41 0 dîtin
Pevçûn li nêzî Qesra Spî: Gule li ser çekdarekî hat resandin

PeyamaKurd – Servîsa Veşartî ya Amerîkî ragihand ku li nêzîkî Qesra Spî gule li çekdarekî berguman hatiye reşandin.

Servîsa Veşarî ya Amerîkayê têkildarî bûyerê daxuyaniyeke nivîskî parve kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Servîsa Veşartî doh agahî wergirtiye ku gumanbarekî çekdarî yê "xwekujî" yê ji eyaleta Indiana dibe ku biçe paytext Washingtona DCyê.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku kesek û wesayîta wî ya bi vê wesfê li nêzî Qesra Spî li gorî saeta herêmî nîvê şevê hatin dîtin û hat dîtin ku gumanbar çekdar e.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku gumanbar çeka xwe nîşanî rayedaran da û personelên Servîsa Veşartî gule berdan wî.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin gumanbar rakirin nexweşxanê û derbarê bûyerê de polîsan lêpirsîn daye destpêkirin.