Peyama Erdhejê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Em amade ne alîkariyê bikin

06 February 2023 14:31 0 dîtin
Peyama Erdhejê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Em amade ne alîkariyê bikin

PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir, ew amade ne piştevaniya çalakiyên rizgar kirina erdhejê yên ku li parêzgehên Kurdistanê bi bandor bûne, bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê erdheja bi lerza 7.4 ku navenda wê navçeya Pazarcika Mereşê bû de peyamek parve kir.

Serokwezîr got: "Fikrên min bi malbatên qurbanî û birîndaran re ne, ku jiyana wan ji ber erdheja ku şeva borî li tevahiya herêmê hejand bandor bû."

Serokwezîr herwiha tekez li ser wê yekê jî kir, weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew amadene alîkariya hewlên rizgarkirinê bikin.

Li Mereş, Dîlok, Riha, Diyarbekir, Meletî, Adiyaman, Elezîz, Osmaniye, Edene û Hatayê ji ber erdhejê gelek avahî hilweşiyan.

AFADê ragihand, herî kêm 76 kesan jiyana xwe ji dest dane û 440 kes jî birîndar bûne.

Di erdheja ku li Sûriyeyê bû sedema wêraniyê, 100 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.