Peyama gefxwarinê ya Îranê ji DYAyê re!

13 April 2024 08:28 0 dîtin
Peyama gefxwarinê ya Îranê ji DYAyê re!

PeyamaKurd – Hat îddîakirin ku Îranê hişyarî daye rêveberiya Joe Biden û gotiye, bila bi Îsraîlê re nekeve nav pevçûnan, eger nebe wê baregehên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn bibin hedef.

Di nûçeya malpera Axios a Amerîkî de ku ser bi 3 berpirsên Amerîkî ve ye, hat gotin ku Îranê di destpêka vê hefteyê de bi rêya çend welatên Erebî peyamek derbarê nakokiya ligel Îsraîlê ji rêveberiya Washingtonê re şandiye.

Rayedaran diyar kirin ku hişyariya Îranê bi rêya welatên Erebî ew e ku eger DYA destwerdanê bike piştî êrîşa tolhildanê ya li dijî Îsraîlê, wê baregehên DYA li herêmê bibin armanc.

Yek ji rayedaran bi van gotinan bal kişand:

Peyama Îranê ev bû, em ê êrişî hêzên ku êrişî me dikin bikin, lewra benda me nekevin, em jî benda we nakevin.”

Rayedar diyar kir ku peyama Îranê ji rêveberiya Amerîkayê re ne zelal e û diyar kir ku nirxandina rayedarên îstixbaratê yên li Washingtonê ew e ku eger DYA beşdarî êrîşeke dijber a Îsraîlê bibe, dibe ku baregehên wê yên li herêmê bibin hedef.

Du ji rayedaran îdia kirin ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan di hevdîtinên xwe yên bi hemtayên xwe yên Îngilîstan, Alman û Awûstralyayê re îşaret bi wê yekê kiriye ku rêveberiya Tehranê bertekek sînordar a ku nebe sedema rageşiya herêmî armanc dike.