Peyama pîrozbahiyê ya Serok Barzanî ji bo her du Partiyên Komunîst ên Iraq û Kurdistanê

01 April 2023 15:38 0 dîtin
Peyama pîrozbahiyê ya Serok Barzanî ji bo her du Partiyên Komunîst ên Iraq û Kurdistanê

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî bi helkefta salvegera damezrandina Partiya Komunîst a Iraq û Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê parve kir.

Di peyamê de hat gotin, "Ez we û hemû endam û alîgirên we ji dil pîroz dikim û serketinê ji we re dixwazim."

Peyama pîrozbayî ya Serok Barzanî wiha ye:

“Ji her du Partiyên Komunîst ên Iraq û Kurdistanê re.

Bi helkefta 31ê Adarê, salvegera damezrandina Partiya Komunîst a Iraqê û Partiya Komonîst a Kurdistanê, ji dil û can pîrozbahiyê li we û hemû endam û alîgirên we dikim û hêviya serkeftinê ji we re dixwazim.

Partiya Komonîst partiyeke têkoşer û şoreşger û xwedî dîrok û qurbanîdanan e û cihê wê di xebata siyasî, civakî û çandî ya gelê Iraqê û gelê Kurdistanê de diyar e.

Hêjayî gotinê ye ku komonîstan hertim bawerî bi mafên rewa yên gelê Kurdistanê hebûye û di gelek qonaxan de piştevan û hevkarên tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê bûne.

Bi boneya bîranîna salên damezrandina Partiya Komunîst a Kurdistanê û Iraqê, hêviya berdewamiya hêvî û serkeftinê di xebat û têkoşîna wan de dixwazim.”