Serok Barzanî peyama pîrozbahiyê sand ji bo Partiya Komunîst a Kurdistanê
PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo sekreterya Partiya Komunîst ya Kurdistanê peyama pîrozbahiyê şand. Serok Barzanî di peyama xwe de weha got:
“Birêz sekreterê Partiya Kumunîst ya Kurdistanê Dr. Kawe Mehmûd!
Bi sedema partiya we bi serkeftî kongreya xwe ya 7 em kir û cenabê te car din hat hilbijartin û bû sekreterê partiyê, ez cenabe te ji dil û can pîroz dikim. Ez we, rêvebiriya we, endamên we û terefdarên we pîroz dikim û dewama serkeftina we dixwazim.
Ez bawer dikim partiya we di çarçoveya berjewendiyên xelkê me de, ji bo dahatûya siyasî ya Herêma Kurdistanê, dê bi awayekî baş temsîl bike, ez bawerim wê îmze bavêje binê xizmetên mezin û ez car din dixwazim baweriya xwe ya bi we dubare bînim ser ziman.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin