Peyama serok Barzanî bo Konferansa Kurdên li Rûsyayê

04 August 2018 19:47 0 dîtin
Peyama serok Barzanî bo Konferansa Kurdên li Rûsyayê

PeyamaKurd- Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Konferansa Federasyona Komeleyên Kurdên li welatên Sovyeta berê peyamekî şand. Di peyamê de Barzanî behsa gelê Kurd kir ku herdem aştî û pêkvejiyanê xwestiye û tu demekî nexwestiye zulm û sîtemê li gelên din bike û dixwaze bi aştî û serbilindiyê bijî.

Barzanî di avakirina federasyona Kurdan de li wan destxweşiyê kir û di sazkirina wê de ji wan re serkeftinê xwest. Behsa enfal, komkujiya Kurdan, kîmyebaran, koçberkirin, êrîşên terorîstan û enfala êzîdiyan weka jinavbirina Kurdan binav kir û karesatên ku piştî referandûma Kurdistanê çêbûn, weka bo nehiştina Kurdan şirove kir.

Tevî van serpêhatiyên Kurdan Barzanî behsa dewama xebata bo Kurdîniyê ku dewam dike dike û rola pêşmerge bo Kurdistanê û cîhanê li ber çavan raxist. Barzanî di dawiya peyama xwe de weha dibêje:

“Ez gelekî kêfxweş im ku hûn li hewla wê yekê didin ku bi rêya yekgirtin û xwerêkxistina li ser awayeke serdemiyane, bibin pirekî bihêz li pêwendiya Kurd û ew welatên ku li nav cografya Sovyeta berê de ne.

Di dawiyê de piştrast dikim ku hûn xuşk û birayên me yên azîz in û hûn cihê hêviya me ne, û em piştevaniyê li kar û çalakiyên we yên çandî û siyasî dikin û ez hêvîdar im konferansa we bi biryar û raspardeyên baş bi dawî bibe û pirek jî be ji bo yekxistina gotara we û Kurdên Ewrupa û gelê Kurd yên li hemû welatên cîhanê.”