Ji Serok Barzanî peyama Kurdên Sûriyê: Em hêvdarin pêshat û rûdanên dawî…
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bêyî ku biryara vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê bilêv bike, derbarê rewşê û metirsiyên ser Kurdên Sûriyê de peyamek weşand.
Serok Barzanî got, rûdan û pêşhatên dawî yên li Sûriyê û bi taybet rewşa gelê Kurd li wî welatî cihê nîgeraniyê ye û hîn li demeke ku DAIŞ bidawî nebûye, hêvî kir ku şer û tundutijî geştir nebe û êş û azarên gelê Kurd zêdetir nebin.
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Rûdan û pêşhatên vê dawiyê li Sûriye û bi taybetî rewşa gelê Kurd li wî welatî cihê nîgeraniyê ye. Berê jî li ser paşaroja gelê Kurd li Sûriye û ew rewşa li Rojava dirust bûye, me têbînî û nîgeraniya xwe ragihandiye û nedibûya bigiha vê rewşa niha.
Hejmarekî yekcar zêdeyê hemwelatiyên Kurdê Sûriye li jiyana koçberiyê da dijîn û êrîşa terorîstên Da'îş û rewşa xeraba siyasî û gefên dinê li salên derbasbûyî, xelkê Kurd li Sûriye gelek êşandiye û hê jî şerê Da'îş jî temam nebûye.
Hêvîdarim rûdanên vê dawiyê û pêşhatên nû, nebê sedema wê yekê tundutîjî û şer geştir bibe û êdî hemwelatî û gelê Kurd li Sûriye ji êş û azarên zêdetir nebînin.
Mesûd Barzanî
20.12.2018

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin