Serok Barzanî bo Balyozê Fransî: Em ji rewsa Kurdên li Sûriyê bi fikar in

07 October 2019 14:46 0 dîtin
Serok Barzanî bo Balyozê Fransî: Em ji rewsa Kurdên li Sûriyê bi fikar in

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro li Pîrmamê pêşwazî li balyozê Fransa li Iraqê, Bruno Aubert û şanda pê re kir û di hevdîtinê de, fikar û nîgeraniya xwe li hember rewşa kurdan li Sûriyê nîşan da.

Di hevdîtinê de ku konsûlê Fransa li Hewlêrê, Olivier Decottingnes jî amade bû û di civînê de, rewşa siyasî ya Iraqê, ya Rojhilata Navîn û aloziyên Iraqê hatin axaftin.

Di civînê de behsa rewşa Sûriyê û guhertinên hevkêşeyên siyasî û meydanîyên li rojhilatê bakurê Sûriye hat kirin û di vê derbarê de her du aliyan dilgiraniya (fikarên) xwe li ser egera kûrtirbûna êş û azarên gelê Kurd û herwiha paşaroj û çarenivîsa gelê Kurd li Sûriyê nîşan dan.