Serok Barzanî ji bo pêseroja Kurdên Sûriyê pêsniyar li Bogdanov kirin
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsya yê Karûbarê Rojhilata Navîn û Afrîka û şanda pê re civiya.
Li gorî malpera fermî ya Serok Barzanî, Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsya yê Karûbarê Rojhilata Navîn û Afrîkayê û hevdem Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihaîl Bogdanov, silavên Serok Pûtîn û Wezîrê Derve yê Rûsya bi Serok Barzanî gihand û ji bilî tekez kirina li ser pêwendiya dîrokî ya gelê Rûsya û gelê Kurdistanê û rola malbata Barzanî ya li wan pêwendiyan de.
Bogdanov Serok Barzanî wekî dostek mezin ê gelê Rûsya wesif kir û anî ziman ku Herêma Kurdistanê pêgeha aramiyê ye li herêma Rojhilata Navîn û daxwaza welatê xwe, ya ji bo pêşxistina pêwendiyên di navbera her du aliyan de nîşan da.
Di vê civînê de, Serok Barzanî spasiya Serok Putîn û Wezîrê Derve yê Rûsya kir û herwiha spasî li helwesta Hikûmet û kompanyayên Rûsya kir, ku li rojên dijwar û teng da li beranber Herêma Kurdistanê helwestên erênî û bilind nîşandan.
Serok Barzanî bal kişand ser pêwendî û dostatiya kevin a di navbera her du gelên Kurdistan û Rûsya de û pêwîstiya kûrkirin û berfirehkirina wan pêwendiyan anî ziman.
Di beşek din a hevdîtinê de Serok Barzanî dilgiraniya xwe, li ser paşeroja gelê Kurd li Sûriyê bi Nûnerê Taybetî yê Serokê Rûsya gihand û dîtin û pêşniyarên xwe yên ji bo çareserkirina kêşeya gelê Kurd li Sûriye xiste rû.
Rewşa siyasî û pêşhateyên dawî yên navçeyê û gefa hizra tundî û terorê û metirsiyên bihêzbûn a terorîstên DAIŞê jî mijarên din ê vê civînê bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin