Peyama sersaxiyê ya Nêçîrvan Barzanî bo Fransa

19 August 2023 17:14 0 dîtin
Peyama sersaxiyê ya Nêçîrvan Barzanî bo Fransa

PeyamaKurd – Nêçîrvan Barzanî ji bo efserê Fransî yê li Iraqê jiyana xwe ji dest da peyameke sersaxiyê belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke sersaxiyê ji bo efserê Fransî Baptiste Gauchot ku duh li Iraqê dema li ser erkê xwe bû di bûyereke hatûçûnê de jiyana xwe ji dest da û sersaxî ji malbata Gauchot re xwest.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got: “Di vê dema dijwar de êşa gel û hikûmeta Fransa, malbata wî, Serok Macron parve dikim. Ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku ruhê wî şad bike û sebrê bide her kesî. Ji hevalê wî yê ku di heman qezayê de birîndar bûbû re şifayê dixwazim."

Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de ev tişt anî ziman:

“Gelê Kurdistanê; Rêz û hurmetê ji piştgirî û alîkariyên hêzên çekdar ên Fransî dinirxîne, ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de ji bo bidawîkirina terorê û alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê, erkên xwe cîbicî kirine.”