Peymana navbera Îsraîl û Lubnanê, hat destnîsankirin
PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji Ofîsa Çapemeniya Hikûmeta Îsraîlê hat dayîn, peymana diyarkirina sînorê deryayî ya navbera Îsraîl û Lubnanê, ji aliyê Serokwezîrê Îsraîlê ve hatiye destnîşankirin.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat ragihandin ku li ser lihevkirina Îsraîl û Lubnanyê ya li ser xêzkirina sînorê deryayî ku bi navbeynkariya rayedarên Amerîkayê çêbûbû, peyman hatiye destnîşankirin. Hat ragihandin ku peymana navborî, di rûniştina îro ya ku hikûmeta Îsraîlê bi taybetî ji bo vê mijarê kiribû de hatiye erêkirin.
Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid, di axaftina xwe ya vê rûniştina taybet de gotibû ku
“Ev peyman dîrokî ye û ewlehiya Îsraîlê hîn zêdetir bi hêz dike û ji bo li dijî Hîzbullahê azadiya tevgerê çêbibe, ev peyman ji bo Îsraîlê bûye navgînek.”
Hat ragihandin ku Dîrektorê Giştî yê Wezareta Enerjiyê ya Îsraîlê Lior Schillat bi mînakeke pexşana peymana hatiye destnîşankirin, ber bi herêma Nakura ya li başûrê Lubnanê ye bi rê ketiye û dê derbasî Biryargeha Hêzên Erka Derbasdar ên Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe.
Hat diyarkirin ku ji ber navbera Îsraîl û Lubnanyê ya cîrantiyê tuneye, guherîna pexşanên hatine destnîşankirin, dê ji bo çapemeniyê girtî be û dê ji bo vê guherîna pexşanan jî merasîmek neyê kirin.
Her wiha peymana ku ji aliyê Serokomarê Lubnanê Mişel Avn ve jî îro hat destnîşankirin, dê ji aliyê şanda erkdarkirî ve ji bo heman cihî bê şandin da ku pevguherîna pexşanan çêbibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin