Pîrozbahî ji Serokwezîrê Iraqê ji bo hikûmet û gelê Kurdistanê

20 October 2024 21:57 0 dîtin
Pîrozbahî ji Serokwezîrê Iraqê ji bo hikûmet û gelê Kurdistanê

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîe Sûdanî piştî bidawîhatina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pîrozbahî li hikûmet û gelê Herêma Kurdistanê kir.

Mihemed Şiya Sûdanî piştî bi dawî hatina hilbijartinên dewra 6an a Parlamentoya Kurdistanê ku îro Yekşemê 20.10.2024 hat lidarxistin, daxuyaniyek da û ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê wê re axivî.

Sûdanî pîrozbahî li hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir û got, berdewamkirina bijardeya demokratîk ji bo gelê me nîşaneya rêzgirtina li nirxên demokratîk e.

Serokwezîrê Iraqê: "Ev serkeftina fedakariya gelê me ya ji bo azadî û serxwebûnê ye."

Îro saet 07:00ê proseya dengdana giştî di çarçoveya hilbijartinên dewra 6. a Parlamentoya Kurdistanê de destpê kir. Hilbijartinên ku li çar herêmên hilbijartinê yên Hewlêr, Duhok, Silêmanî û Helebceyê 2 milyon û 686 hezar û 578 kesan mafê dengdanê hebû saet 18.00an bi dawî bû.