Pompeo pîrozbahî li serokwezîrê nû yê Iraqê kir
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo piştgiriya xwe ji bo hikûmeta nû ya Iraqê bi serokatiya Mistefa Kazimî nîşan da û jê xwast, daxwazên gelê Iraqê bicih bîne.
Duh bi şev, beşek ji kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê bi serokatiya Mistefa Kazimî ji aliyê parlementoya Iraqê ve hat pesendkirin.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo li ser hesabê xwe peyamek belav kir û ragihand, bi telefonê pîrozbahî li Mistefa Kazimî kiriye û piştgiriya xwe bo wî nîşan daye. Pompeo daye zanîn ku êdî dema kar û kedê û bicîhanîna daxwaziyên gelê Iraqê ye.
Wezîrê Derve yê Amerîka her wiha got, soza daye Kazimî ku di bicîhanîna plana hikûmetê de alîkariya wî bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin