Serokwezîrê Iraqê û Pompeo li ser xwepêsandanan axivîn

07 October 2019 19:19 0 dîtin
Serokwezîrê Iraqê û Pompeo li ser xwepêsandanan axivîn

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo peywendiyeke telefonî pêk anîn.

Ofîsa Serokwezîriya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di hevdîtina Adil Ebdulmehdî û Mike Pompeo de, xwepêşandên li Bexda û bajarên din û herwiha geşedanên din ên li herêmê hatine gotûbêjkirin.

Adil Ebdulmehdî ji Pompeo re eşkere kiriye ku hêzên ewlekariyê li tevahiya Iraqê rewş kontrol kirine û gotiye, hikûmetê ji bo bersivdayîna daxwazên xwepêşanderan paketeke çaksaziyan pêşkêş kiriye.

Mike Pompeo jî tekezî li ser baweriya xwe ya bi Iraqê kiriye û ragihandiye ew piştevaniya hewldanên hikûmeta Iraqê yên ji bo dabînkirina aramî û ewlekariyê dikin.

Di xwepêşandanên Iraqê yên 1ê Cotmehê li dijî ‘gendelî, nebûna xizmetguzarî û derfetên kar’ dest pê kiribûn de, heta niha 104 kes hatine kuştin û bêhtirî 6 hezar kes jî birîndar bûne.