Pisporên WHOyê li bazara ajalan a Wuhanê dest bi lêkolîna koronayê dikin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku tîma pisporan ya Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) îro 29ê Çile, li bajarê Wuhan yê eyaleta Hubei ya Çînê ku yekem car vîrusa koronayê derketibû, dest bi lêkolînên li qadê yên ser vîrusa korona dike.
Tîma WHOyê piştî karantînaya du hefteyan a li Çînê kom bû û dest bi karê lêkolînkirina jêdera vîrusê dike.
WHO ragihand ku lêkolînên li qadê wê çend hefteyan bidomin û tîma wan dê serdana bazara ajalên sax ku wek cihê pêketinên pêşî yên vîrusa korona tê zanîn bike.
Herwiha hatiye diyarkirin ku wê tîma WHOyê serdana Laboratuvara Vîrolojî ya Wuhanê jî bike ku li gor hin îdiayên vîrus li wir bi destê însanan hatiye çêkirin.
Vîrusa korona di dawîya sala 2019an re cara pêşî li Wuhanê hatibû dîtin û mirina pêşî serê sala 2020an hatibû tomarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin