Sanda WHOyê serdana Enstîtuya Vîrolojî ya Wuhanê kir
PeyamaKurd - Şanda Rêxistina Tenduristîya Cîhanê (WHO) ku li Çînê lêkolînên li ser jêdera vîrusa koronayê berdewam dike, piştî vekolînên xwe yên li bazara ajalên dirinde ya li Wuhanê, serdana Enstîtuya Vîrolojî ya Wuhanê jî kir, ku îdiayên wekî cihê destpêka vîrusa koronayê li ser hene.
Endamê şanda WHOyê Peter Dazsak berî bikeve hindurê laboratuvarê ji rojnamevanan re got, ew hêvî dikin ku hemû pirsên ku ew meraq dikin werin bersivandin û rojeke berhemdar be.
Heta niha WHOyê li ser encamên serdana tîma pispor a Çînê ti daxuyaniyeke fermî nedaye.
Vîrusa korona dawîya sala 2019an cara pêşî li bajarê Wuhan ê eyaleta Hubei ya Çînê derketibû holê.
Hinek îdia hene ku tê gotin, vîrusa koronayê bi şaşî ji laboratuvara Enstîtuya Vîrolojî ya Wuhanê belav bûye ku nehatiye piştrastkirin.
Li gorî amarên dawî li seranserê cîhanê heta niha bêhtirî 104 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û nêzî 2 milyon û nîv kes jî pê mirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin