Tîma pisporên WHOyê li bazara ajalan a Wuhanê vekolîn kir
PeyamaKurd – Şanda Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ku ji 14ê Çile ve li Çînê ye, li bazara ajalên zindî ya Wuhanê ku wekî jêdera vîrusa koronayê tê zanîn vekolîn kir.
Şanda WHOyê di roja sêyemîn a serdana xwe ya bajarê Wuhanê de, serdana bazara ajalên deryayî û xurekan ya navê Baishazhou kir ku dawiya sala 2019an yekem haleta vîrusa koronayê li wê derê hatibû tomarkirin.
Tîma pisporên WHOyê ku ji welatên Amerîka, Avustralya, Almanya, Japonya, Brîtanya, Rûsya, Holanda, Qeter û Vîetmanê pêk tê, di çarçoveya vekolînên xwe yên derbarê çavkaniya vîrusa koronayê de, berî niha jî serdana nexweşxaneyên Hubey û Wuhanê kiribû.
Şanda WHOyê ji ber astengiyên Çînê bi derengî gihîştibû wî welatî û piştî 14 rojên karantînayê karibû dest bi xebatên xwe bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin