Tîma WHOyê ya ku çûye Çînê lêkolînê li ser jêderka vîrusê nake
PeyamaKurd - Rêxistina Tenduristîya Cîhanî (WHO) ragihand, wan tîmeke xwe şandiye Çînê ji bo ku ligel zanyarên tenduristiyê planekê ji bo lêkolîna li ser çavkaniya belavbûna koronayê deynin, lê di vê demê de ew ti lêkolînekê nakin.
Rêveberê Bernameyê Rewşên Lezgîn ê Rêxistina Tendirûstiya Cîhanî Dr. Michael Ryan got, tîmeke wan çûye Pekînê ji bo ku bizanibe ka çi zanyarî ji aliyên pisporên Çînî ve li ser çavkaniya vîrusa koronayê hatine komkirin û piştre jî ew dê biryarê li ser pêwîstbûna lêkolînê bidin.
Dr. Michael Ryan derbarê wê tîma WHOyê ya du hefte berê çûye Pekînê diyar kir: “Ev tîmeke destpêkê ye ku çûye wê derê ji bo ligel zanayên Çînî û yên din kar bikin daku bizanin ka pirsyarên serekî çi ne û nerîn çi dibin ji bo lêkolînan ku piştre ji aliyê tîmeke mezintir a navdewletî ve bi hevkariya zanayarên Çînî di çend hefte û mehên pêş de tên kirin.”
Herwiha Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tendirûstîya Cîhanî (WHO) Tedros Adhanom jî bêyî ku navê wan bide, serkirdeyên hinek welatan rexne kir û got, di destpêka belavbûna vîrusa koronayê de hinek serkirdeyan peyamên şaş dane xelkê xwe û divê hikûmetên welatan derbarê Tenduristiyê de ligel xelkê xwe zelal û eşkere bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin