“Pistgiriya raya gistî ya Fransayê ji bo Kurdistanê ji sedî 98 e” 

08 April 2018 01:51 0 dîtin
“Pistgiriya raya gistî ya Fransayê ji bo Kurdistanê ji sedî 98 e” 

PeyamaKurd - Serokê Enstituya Kurd li Parisê Kendal Nezan ragihand ku di pêvajoya piştî referendûma serxwebûna Kurdistanê de Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron lobiyek piştgiriyê ya mezin ji bo ragiriya dorpêça liser Kurdistanê pêkanî û her berdewam lobiyê ji piştgiriya Kurdistanê re dike.

Serokê Enstituya Kurd li Parisê Kendal Nezan, ragihand ku, piştgiriya raya giştî ya Fransayê ji bo Kurdistanê di astek gelek bilind de ye, dikare bigihe ji sedî 98an. Herwiha heman nêzîkahî di nav platforma siyasî ya Fransayê de jî heye û hemû partiyên Fransayê di piştgiriya Kurdistanê de xwedî helwêstên erênî ne.

Kendal Nezan da zanîn ku, piştgiriya raya giştî ya Fransayê ji bo Kurdistanê di astek gelek bilind de ye, dikare bigihe ji sedî 98an. Herwiha heman nêzîkahî di nav platforma siyasî ya Fransayê de jî heye û hemû partiyên Fransayê di piştgiriya Kurdistanê de xwedî helwêstên erênî ne. Raya giştî ya Fransayê, Kurdistanê wekî hevpeymanek xwe ya sereke dibîne û modela pêkvejiyanê û yeksaniyê di navbeyna pêkhate, olî,  rola jinê, dinamîzma ciwanan wekî modelek serkeftî li herêmê dibîne.

Serokê Enstituya Kurd li Parisê herwiha diyar kir ku, Fransa dixwaze li rojavayê Kurdistanê bi beşdariya hemû pêkhate, aliyên siyasî, di çarçoweya yekrêziya Kurd de jî, rêvebiriyek nû û serkeftî pêk were û piştgiriya xwe ji bo vê bi awayek zelal û vekirî diyar kiriye.

Kendal Nezan girîngiya yekrêziya Kurd wekî bîngeha serkeftina doza Kurd binav kir û herwiha xebata lobiyê li Ewrûpa jî bi girîngî destnîşan kir.