Yekbûna Partiya Demokrat ji aliyê raya gistî ya Kurdistanê bi kêfxwesî hat pêswazî kirin

22 August 2022 20:45 0 dîtin
Yekbûna Partiya Demokrat ji aliyê raya gistî ya Kurdistanê bi kêfxwesî hat pêswazî kirin

PeyamaKurd – Herdu partiyên Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) û Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDKÎ – PDKÎ) roja Yekşemê 21ê Tebaxê bi merasîmeke fermî yekbûna xwe îmze kirin û piştî 16 salên cudabûnê yekbûna xwe ji raya giştî ya Kurdistanê re ragihandin.

Di raya giştî ya hemû beşên Kurdistanê de, ev yekbûna herdu partiyên Rojhilat bilind hat nirxandin û bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin. Ji niha û şûnde wê wek Partiya Demokrata Kurdistana Îranê bi yek navî herdu partiyên Rojhilatê Kurdistanê xebatên xwe berdewam bikin.

Rêkeftina yekgirtina her du baskên demokratan ji aliyê Berpirsê Giştî yê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê Mistefa Hicrî û Sekreterê Giştî yê Hizba Demorkata Kurdistanê Xalîd Ezîzî ve hat îmzekirin.

'Niha tenê partiyeke me heye, ew jî HDKî ye'

Endamê Komîteya Navendî ya HDKÎ, Kemal Kerîmî piştî merasîmê got: “Her du partî bi fermî bûne yek û li ser hemû xal û bendan li hev kirin. Niha partiyeke me heye û em hemû endamê vê partiyê ne ku navê wê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDKÎ) ye.”

Herwiha her du partiyên Rojhilatê Kurdistanê  li ser mijarên siyasî, rêxistinî, kongreya hevbeş û çawaniya birêvebirina partiyê heta kongreya hevbeş jî li hev kirin.

Heta kongreyê wê partî ji aliyê navendeke 12 kesî ya bi navê Baregeha Hizba Demokrata Kurdistana Îranê ve birêve biçe û Serokê Navendê dê ji HDKÎ û berdevkê wê jî ji HDKê be.

HDKÎ - PDKÎ ragihand, “Em bi kêfxweşî û şanaziyê radigihînin ku danûstandinên di navbera serkirdayetiya HDK û HDKÎ de bi yekbûna her du partiyan gihîşt encamê. Em gelê Kurdistanê pîroz dikin!”

Sekreterê Giştî yê HDKÎ Mistefa Hicrî gotibû, “Parçebûnê zirar gihand yekbûna Hizba Demokrat. Yekgirtin dê tevgera Rojhilatê Kurdistanê xurttir bike.”

Sekreterê Giştî yê HDKê, Xalîd Ezîzî jî gotibû, “Ji bo xurtkirina têkoşîna gelê Kurd û misogerkirina serkeftina berxwedana gelê xwe, em dê refên xwe bikin yek.”

Partiya Demokrata Kurdistana Îranê sala 1946an li bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Serokomarê Komara Kurdistanê ya Mahabadê Pêşewa Qazî Mihemed ve, bi navê Partiya Demokrat li ser bingeha Komeleya Vejandina Kurd hatiye damezrandin.

Sala 2006an piştî kongreya 13mîn di nava Hizba Demokrata Kurdistana Îranê de perçebûn çêbûbû û 16ê Çileya 2006an jî HDKê bi civîneke çapemeniyê ya li Hewlêrê cudabûna ji HDKÎyê ragihandibû.

Piştî 6 salan sala 2012an bi destpêşxeriya konsulê giştî yê Fransayê yê li Hewlêrê Frederic Tissot, cara yekem di navbera herdu aliyan de pêwendî çêbû ku Mistefa Hicrî û Xalîd Ezîzî li hev civiyabûn, lê heta niha danûstandinên yekbûnê negihîştibûn encamê.