Pistî 35 salan sînorê Ermenistan-Tikiyê ji bo erdhejê vebû
PeyamaKurd – Deriyê Elîcanê yê navbera Ermenistanê û Tirkiyê piştî 35 salan ji bo alîkariya erdheja Maraşê tê de derbas bibe, ji bo TIR an hat vekirin. Deriyê Elîcanê dikeve navbera payîtexta Ermenistanê Erîvan û bajarê Ixdirê.
Di sala 1988an de jî heman derî ji ber erdheja di 7 ê meha 12 an de, li Sowyeta berê li devera Spitakê bi pileya 7.2 çêbû bû hatibû vekirin.
Ermenistan ji bo herêma erdhejê ya Maraşê 5 Tır malzeman amade kiriye û biriye ser pira Elîcanê. Heyeta Tirkiyê li ser pire pêşwaziya karwanê TIR an ya Ermenistanê kiriye û piştî temamkirina ewraqan hereket kirine ji bo herêma erdhejê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin