Pistî AKPê Bahçelî jî dubarekirina hilbijartinên Stenbolê xwest

09 April 2019 16:15 0 dîtin
Pistî AKPê Bahçelî jî dubarekirina hilbijartinên Stenbolê xwest

PeyamaKurd – Piştî diyarbûna encamên hilbijartinên 31ê Adarê nîqaşên li ser bajarê Stenbolê hîn berdewam dikin. CHP dixwaze dawî li proseya ji nû ve jimartina dengan were û mazbeteya Ekrem Îmamoglu were dayîn daku dest bi karê xwe bike.

Îro 9ê Nîsanê piştî ku Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) red kir ku li 31 navçeyên Stenbolê deng ji nû ve werin hejmartin, Cîgirê Serokê Giştî yê AKPê Alî Îhsan Yavuz derket pêş medyayê û got, ew dê daxwaza dubarekirina hilbijartinên Stenbolê bikin.

Piştî daxuyaniyên AKPê, Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî jî li Enqerê daxuyanî da û got, divê hilbijartin were nûkirin ji ber ku nabe di rewşeke wiha aloz de bi lez û bez mazbateya şaredariya Stenbolê bidin kesekî. 

Bahçelî got, “Dubarekirina hilbijartinê pêwîstiyeke demokrasiyê ye. Li şûna aloziya civakî biryara aqilane ji nû ve biçin hilbijartinê û aramiya Tirkiyê dabîn bikin.”

Li pey van daxuyaniyan bi demekê AKPê bi fermî serî li YSKê da ku hilbijartinên Stenbolê werin betalkirin û hilbijartin were dubarekirin.

Tevî ku Nûnerê AKPê li YSKê Recep Ozel, piştrast kir ku wan serlêdan kiriye jî Cîgirê Serokê Giştî yê AKPê Alî Îhsan Yavuz da xuyakirin ku hîn serlêdan çênebûye.