Pistî banga IDFê nîv milyon Filîstînî derbasî basûrê Xezeyê bûn
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku piştî banga Wezareta Berevaniya Îsraîlê (IDF) ya bo terikandina sivîlan a Xezeyê, bi qasî 500 hezar welatî derbasî başûrê Xezeyê bûn.
Berdevkê IDFê Jonathan Conricus, îro 16ê Cotmehê di dehemîn roja şerê dijî Hemasê yê li Xezeyê de, ragihand ku her çiqas texmînkirina wê zehmet be jî heta niha nêzî nîv milyon filîstînî ji bakurê Xezeyê derbasî başûr bûne.
Hêjayî gotinê ye, dorpêça Îsraîlê ya li ser Xezeyê ya xurek, av, enerjî û kelûpelan dewam dike û niha tenê ji bo başûrê Xezeyê av hatiye berdan ku berdana avê jî ji bo kişandina sivîlan bo wê herêmê tê nirxandin.
Çav li rê ye, artêşa Îsraîlê operasyona bejahî ji bo nehiştina Hemasê li Xezeyê bide destpêkirin û sivîl ji herêmê bên dûrxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin