Pistî derketina 14 pêketiyên koronayê qedexe hat dirêjkirin
PeyamaKurd - Li bajarê Kerkûkê piştî ku di nav 72 saetên dawî de, 14 kesên din ên bi vîrusa koronayê hatin tomarkirin, qedexeya çûnûhatina derve 5 rojên din hat dirêjkirin.
Endamê Komîta Rûbirûbûna Korona Rêbiwar Taha ji medya Kurdistanê re ragihand, ji ber ku di 72 demjimêrên borî de, 14 haletên nû yên pêketina bi vîrusa korona li Kerkûkê hatin tomarkirin, qedexeya çûnûhatinê li Kerkûkê hat dirêjkirin.
Rêbiwar Taha got, ji ber ku li Kerkûkê kombûn û sersaxiya miriyekî hebû, metirsî heye vîrus zêdetir belav bibe û ragihand, qedexeya çûnûhatinê bo 5 rojan hat dirêjkirin û riyên derbasbûna bajêr û piraniya cihên qelebalix jî wê girtî bin.
Heta niha li Kerkûkê 48 kes bi vîrusa korona ketine, 2 kesan can daye û 26 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin