Pistî Derya Marmarayê vê carê jî Ege hejiya
PeyamaKurd – Piştî erdheja li nav Derya Marmara dorûbera navçeya Silivrî ya Stenbolê ku bi pileya 6an tirseke mezin xist nav xelkê û piştre jî bêhtirî sed erdhejên piçûk li pey xwe anî, vê carê jî Deryaya Egeyê bi pileya 4.1ê hejiya.
Çavdêrxaneya Kandîllî ya Zanîngeha Bogaziçi ya Stenbolê ragihand ku îro danê êvarê li demjimêr 16:35an erdhejeke bi pileya 4.1 rû daye û li bajarên Edirne û Çanakkale yên Tirkiyê hatiye hestkirin.
Çavdêrxaneyê da zanîn ku erdhej li Kendava Sarosê çêbûye.
Piştî vê erdheja dawî, ti zanyariyên derbarê ziyanan de nehatin belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin