Pistî êrîsa ser Hewlêrê NATO dixwaze dijî terorê alîkariyê bide

17 February 2021 22:01 0 dîtin
Pistî êrîsa ser Hewlêrê NATO dixwaze dijî terorê alîkariyê bide

PeyamaKurd - Sekreterê giştî yê NATOyê piştî êrîşa 15ê Sibatê ya moşekî bi ser Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê de, piştgiriya xwe ji bo têkbirina terorê anî ziman û diyar kir ku ew dixwazin alîkariya Iraqê bikin.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg da xuyakirin ku ew digel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî axiviye û wan guftûgo li ser têkbirina terorê pêk aniye.

Stoltenberg got: “Niyeta NATO heye piştgiriyê ji bo têkbirina terorê bide Iraqê.”

Di encama êrîşa moşekî ya bi ser Hewlêrê de ku hêzên hevpeymaniyê û deverên sivîl kiribû armanc mutahitekî ligel Hevpemaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê kar dike can dabû, leşkerekî Amerîkî jî di nav de tevî sivîlan 9 kes birîndar bûbûn.

Êrîşa moşekî rêxistineke navê wê nehatiye bihîstin ku di bin banê Heşda Şeibî de ye û nêzîkî Îranê ye girtibû ser xwe.