Pistî hisyariya êrîsên terorê li balafirgeha Kabulê teqîn çêbû

26 August 2021 18:17 0 dîtin
Pistî hisyariya êrîsên terorê li balafirgeha Kabulê teqîn çêbû

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 26ê Tebaxê piştî hişyariya Amerîkayê ya derbarê êrîşan li dijî Balafirgeha Kabulê, li dorûbera balafirgehê teqînek çêbû.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) John Kirby, li ser medya civakî ragihand, ku li derveyî balafirgeha Kabulê teqîn çêbûye û niha nayê zanîn bê kuştî û birîndar hene.

Li gorî hin çavkaniyan belav kirine, sedema teqînê êrîşeke xwekujî ye û dîmenên birîndaran jî li ser medya civakî hatine belavkirin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku derbarê teqînê de, Pentagon brîfîngê dide Joe Biden.

Îro Pêncşemê Balyozxaneya Amerîka ya Kabulê ragihandibû ku îstixbaratên ku wê êrîş li Balafirgeha Kabulê pêk werin gihîştine wan û daxwaz ji hemwelatiyên Amerîkî hatibû kirin terka derdora balafirgehê bidin.

Berdevkê Talîbanê Zabiullah Mucahid jî eşkere kiribû ku ji aliyê rêxistina DAIŞê ve gef li ser Balafirgeha Kabulê hatiye xwarin, loma divê karê vekişînê were bilezkirin.