Pistî Îngîltere 5 dewletên din jî desteka xwe ya ji bo UNRWAyê rawestandin

27 January 2024 21:30 0 dîtin
Pistî Îngîltere 5 dewletên din jî desteka xwe ya ji bo UNRWAyê rawestandin

PeyamaKurd – Li Xezzayê ji ber hat gotin ku xebatkarên UNRWAyê an ku yên Neteweyên Yekgirtî alîkariyê dane Hamasê, Îngîltere desteka xwe ya ji bo UNRWAyê dabû rawestandin. UNRWA beşekî Neteweyên Yekgirtiye ku alîkariya mirovî dide Xezayê.

Piştî Îngîltere 5 dewletên din jî Amerîka, Avustralya, Îtalya, Kanada, Finlandiya ji ber xebatkarên UNRWAyê tevlî desteka Hamasê bûne, biryara rawestandina destekê dan.

Li ser mijarê berdevkê NY Stephane Dujarric do li hemberê gotinên sekreterê giştî yê NY Guterres ketiye nav endîşê, ji komserê giştî yê UNRWA yê Philip Lazzarini xwestiye lêpirsînê bike, eger xebatkarên UNRWAyê tevî sûc bûbin yekser wan ji kar derxe û eger pêwist be, wan bişîne ber rêyên qanûnî.

Piştî lêpirsînê û zelalbûna mijarê wê mijar zelal bibe.