Îngîltere alîkariya maddî ya ji bo UNRWAyê da rewestandin
PeyamaKurd – Îngîltere bi sedema Îsraîlê ragihandiye ku beşa Neteweyên Yekgirtî ya li Xezzayê UNRWA destekê dide Hamasê, desteka ku dida UNRWAyê daye rawestandin. Heya gotin bên îsbatkirin ku raste an derewe, wê Îngîltere destekê nede UNRWAyê.
Hatiye gotin ku hinek xebatkarên di UNRWAyê de dixebitin destekê didin Hamasê. Li gor ragihandina berdevkê wezareta karên derve yê Îngîltere niha li ser mijarê lêkolînan dikin. Berdevk got:
“Gotinên ku dibêjin UNRWA destekê dide Hamasê gelek bi endişe ne. Heya em bigihên encamê, em desteka xwe radwestînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin