Pistî PKK û Îranê, Heyder Ebadî jî li dijî rêkeftina Singalê derket
PeyamaKurd – Rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê ku di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de pêk hatiye, ji aliyê Neteweyên Yekbûyî, Amerîka û gelek welatan ve hat pîrozkirin, lê di serî de PKK, Îran û hêzên bi ser wê ve, ev demeke bi êrîş û propagandayên cuda dijberiya wê rêkeftinê dikin.
Herî dawî serokwezîrê berê yê Iraqê û Serokê Hevpeymana Nesir Heyder Ebadî, rêkeftina Şingalê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ku bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî hatiye kirin, red kir û îdia kir ku ew rêkeftin pirsgirêkên li herêmê çareser nake.
Ebadî bi daxuyaniyekê gotiye, ew ne li dijî Kurdan û xebata wan a doza dîrokî ne, lê rêkeftina Şingalê wê nikaribe pirsgirêkên li herêmê çareser bike.
Hikûmetên Bexda û Hewlêrê 9ê Cotmehê li ser asayîkirina rewşa Şingalê, derxistina hêzên li wê herêmê bicih bûne yên wekî PKK/YBŞ û Heşda Şeibî, avakirina hêzeke nû ji xelkê Şingalê û danîna rêveberiyeke nû bo Şingalê li hev kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin