Pistî rêkeftina bi HSDê re hêzeke mezin a artêsa Sûriyê li Minbicê bicih bû
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di çarçoveya rêkeftina di navbera Rûsya, Sûriye û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de, ji bo rêgirtina operasyona Tirkiyê, 300 leşkerên Artêşa Sûriyê li bajarê Minbicê bicih bûn.
Çavkaniyên xwecihî ragihandine ku roja Şemiyê hêzên leşkerî yên bi ser rejîma Sûriyê ve, bi rêya deriyê sînorî Tayha yê li başûrê rojavayê bajarê Minbicê gihîştine deverê ku hejmara wan 300 leşker e û bi 6 otobusan derbasî Minbicê bûne.
Herwiha hatiye diyarkirin ku 6 tank û hîlkopterek jî di nav wan hêzan de hebû.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî, doh 16ê Tîrmehê li sergefên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê civîneke rojnamevanî li bajarê Hesekê saz kiribû û gotibû, bi navbênkariya Rûsyayê lihevkirinek di navbera HSD û hikûmeta Sûriyê de çêbûye ji bo derbasbûna hêzên hikûmetê ya herêmên di kontrola wan de.
Herwiha Ebdî diyar eşkere kiribû ku hewlên Rûsya yên bi armanca rawestandina êrîşan berdewam e û gotibû, hêzên artêşa Sûriyê li herêmên sînorî yên di bin gefan de wekî Kobanî û Til Rifetê bi cih bûne û li Minbicê jî xebat bi koordîneya aliyê rûsî tê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin