Pistî Riha û Semsûrê li Diyarbekirê jî lehî rabû

15 March 2023 20:14 0 dîtin
Pistî Riha û Semsûrê li Diyarbekirê jî lehî rabû

PeyamaKurd - Li çend bajarên Bakurê Kurdistanê ji şeva borî ve ji ber barana zêde û firtoneyan jiyan rawestiya û lehî rabûn.

Li bajarên Semsûr û Rihayê li gorî zanyariyên dawî herî kêm 13 kesan ji ber lehiyê can daye û bi dehan welatî jî di ber lehiyê de çûne û winda ne.

Îro piştî nîvro jî ji ber bsrana zêde li navenda bajatê Diyarbekirê lehî rabûn û gekek kolan û taxên bajêr di bin avê de man. 

Ji ber lehiyê rêya Diyarbekir-Rihayê di bin avê de ma û rê li trafîkê hat girtin. Li navenda bajêr jî trafîk xitimî û çûnûhatina otomobîlan rawestiya.

Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Diyarbekirê, ji ber lehiyê hişyarî da ku welatî bi tedbîr tevbigerin.