Li Rihayê lehî rabû
PeyamaKurd – Barana zêde ya ku danê êvarê bariya, li Rihayê bandorek neyînî li jiyana li Halfetî, Pirsûs, Bozova û Ceylanpinarê kir.
Piştî karesata lehiyê ku di 15ê Adarê de 17 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, barana ku danê êvarê li bajêr bariya, bandoreke neyînî li jiyana rojane kir. Hin kuçe û kolan tijî av bûn.
Ji ber barana zêde li navçeyên Halfetî, Bozova, Ceylanpinar û Pirsûsê şofêrên wesayîtan di pêşdeçûnê de zehmetî kişandin, hin mal û cihên kar di bin avê de man.
Hat dîtin ku li bejahiya navçeyê hin zeviyên çandiniyê jî ji ber ku di bin avê de man zirar dîtin.
Li navenda bajarê Rihayê barana ku bi navber dewam kir, ti bûyerên neyînî dernexist. (Çavkanî: IHA)

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin